Tirkiye liser rewşa Idlibê dilgiraniya xwe anî ziman
Çavuşoglu diyarkir ku, berdewamiya êrîşan dikare bandore li pêvajoya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Soçî jî bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Êrîşên dijî Idlibê ji alî rejîma Suriyê û bi piştgiriya Rûsyayê dilgiraniya Enqere li pey xwe anî. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu bersîvên rojnamevanan da û tê de rexneyên Enqereyê li êrîşên dijî Idlibê anî ziman.
Çavuşoglu diyarkir ku berdewamiya êrîşan dikare bandore li pêvajoya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Soçî jî bike.
Herweha Çavuşoglu got ku, ew bi tu awayî rê nadin PYD amadeyî Kongreya Soçî bibe.