Kiliçdaroglu: Navê vê rejîmê, rejîma Hîtler e
Serokê Giştî yê CHPê dibêje, desthilata Tirkiyê di bin navê têkoşîna li dijî cemaeta Gulan de rewşa awarte dirêj dike, lê li hember dijberan têdikoşe û parlamento bêwate dihêle.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê CHPê dibêje, desthilata Tirkiyê di bin navê têkoşîna li dijî cemaeta Gulan de rewşa awarte dirêj dike, lê li hember dijberan têdikoşe û parlamento bêwate dihêle.
Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu, li Enqerê di civîna koma partiya xwe de axivî û biryara dirêjkirina rewşa awarte bi awayekî tund rexne kir. Da xuyakirin, kes pêşiya wan negirtiye ku rê li pêş cemaeta Gulen bigrin, lê bi rewşa awarte, rojnamevanên ku rastiyê dinivîsin jî davêjin zîndanê.
Kiliçdaroglu got, hikûmat Tirkiyê bi temamî parlamento bêwate hîştiye û hemû karên xwe bi biryarnameyên rewşa awarte dimeşîne û ev yek jî ziyanên mezin digihîne Tirkiyê.
Da xuyakirin, zextên mezin li ser dadwer û dozgeran hene û dema kesek devê xwe vedike derbarê wî de doz tê vekirin. Navê vê rejîmê, rejîma Hîtler e.