Bîlgen: Dewlet dixwaze daxwazên aştiyê bêdeng bike
Peyvdarê HDPê bal kişand ser biryarên sizayên giran yên zîndankirin parlamenterên wan û got, desthilat bi van sizayan dixwaze, daxwazên aştiyê bêdeng bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê HDPê bal kişand ser biryarên sizayên giran yên zîndankirin parlamenterên wan û got, desthilat bi van sizayan dixwaze, daxwazên aştiyê bêdeng bike.
Peyvdarê HDPê Ayhan Bîlgen, li Enqerê di civîna koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser biryarên sizayên giran yên derbarê rêveber û parlamenterên wan.
Da zanîn, di nav çend rojan de parlamenterên wan, Leyla Bîrlîk, Sebahat Tuncel, Nursel Aydogan û Îdrîs Baluken bi sizayên giran re rûbirû mane û da xuyakirin, hewlên tunekirina aştiyê bi biryarên dadgehê digihên qonaxeke nû.
Bîlgen got, Baluken ji ber nivîsek ku wî nenivîsandiye û merasîma termê ku beşdar nebûye jî hatiye sizakirin û diyar dibe, armanca wan tenê sizakirin û zext û fişar in. Dadgeh pêwîstî bi lêkolîneke biçûk nabîne û siza dibarîne.