Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê kongreya xwe dibeste
Biryar e, îro li bajarê Silêmaniyê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê ku partiya nû ya Berhem Salih e, kongreya damezrandinê dibeste.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e, îro li bajarê Silêmaniyê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê ku partiya nû ya Berhem Salih e, kongreya damezrandinê dibeste.
Peyvdarê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Rêbwar Kerîm ji partiya xwe re got: Di Kongreya îro de, peyrewa navxweyî û bernameya kart ê pesendkirin. Herwiha Serokê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê jî tê hilbijartin.”
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniya jî ragihand, di kongreya yekem ya Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê de nêzîkî 500 endam beşdar dibin. Encûmena 40 kesî ji nûnerên navçeyên cuda tê hilbijartin û di nava wê encûmenê de jî, encûmena 15 kesî ji bo birêvebirina wê partiyê tê hilbijartin.”
Sala bûrî Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih cudabûna xwe ji YNKê ragihand û qewareya Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê ragihand.
Qeweraya Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê di 16.9.2017an de navê xwe di Komisyona Hilbijartin Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê tomar kir. Herwiha di 21.12.2017an de moleta kar ji Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê jî wergirt.