Qeymeqamê Xurmatûyê ji postê wî hat dûrxistin
Encûmena Qezaya Xurmatû ya ser bi parêzgeha selahedînê ve di cvîna îro de bi koma dengan biryar de Qeymeqamê Xurmatûyê Şelal Ebdula ji postê wî dûr bixin, bi hinceta encamdana binpêkirênên yasayî, ji wan jî veqetiyana ji dewamê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Qezaya Xurmatû ya ser bi parêzgeha selahedînê ve di cvîna îro de bi koma dengan biryar de Qeymeqamê Xurmatûyê Şelal Ebdul ji postê wî dûr bixin, bi hinceta encamdana binpêkirênên yasayî, ji wan jî veqetiyana ji dewamê.
Endamê Encûmena Qezaya Xurmatû Kemal Ehmed ji K24 re got, îro Tirkman û Erebên wê qezayê civîneke neasayî encam dan û tê de biryara dûrxistina Şelal Ebdul dan.
Kemal Ehemd got jî, berê gelek hewl hatin ku Qeymeqamê Xurmatûyê Şelal Ebdul wî ji wê postê bidûr bixin, lê nikarîn rêjeya yasayî temam bikin. Îro jî bi fişar û gefê rêkeftin ku Şelal Ehmed dûr bixin.
Got jî ew kesê li şûna Şelal Ebdul hatiye diyarkirin, kesekî ser bi rêxistina Bedir e. Aşkere jî kir, niha bajarokê Xurmatûyê bi temamî di jêr kontrola Heşda Şeibî de ye.
Hevdem jêderekî ji K24ê re ragehand, di civînê de heft endamên Ereb û pênc endamên Tirkman amade bibun û ti endamekî Kurd beşdar nebûn.