Li Kerkûkê biryar li ser pêkanîna lîsta hevbeş ya Kurdistanî tê dayin

"Nûnerê Partî beşdarî wê civînê nabe, lê ji YNK re tekez kiriye ku ew li gel yek lîsteyê ne".

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e îro li baregeha polîtbîroya YNK li Kerkûkê, nûnerên aliyên siyasî yên Kurdistanê li sînorê Kerkûkê bicivin, daku lîsta hevpeymaniya Kurdistanî ji bo beşdarîkirinê di hilbijartinên Iraq de rabigehînin.

Berpirsê ragihandin û pêwendiyên YNK li Kerkûkê Ehmed Refîq ji Kurdistan24ê re ragihand: "Pirojeya yek lîstê ji bingehê de, pêşinyara YNK û PDK ye û tevahiya aliyan ji bo civîna îro hatine vexwendin, heger hemû amade bibin wê biryar li ser vê mijarê bê dayin".

Li ser heman pirsê, peyvdarê PDK li Kerkûkê Ednan Kerkûkî ji Kurdistan24ê re got: "Wek Partî mercê me ew e ku tevahiya partiyan di wê hevpeymaniyê de beşdar bin, bi Goran û Komel û lîsta Berhem Salih jî, heger na, wê demê helwesteke din wê ji me re hebe".

Jêderekî haydar ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku: "Nûnerê Partî beşdarî wê civînê nabe, lê ji YNK re tekez kiriye ku ew li gel yek lîsteyê ne".

Li gorî dema komisyona bilind ya hilbijartinan diyar kiriye, îro dawîn roj e ji bo pêşkêşkirina navên hevpeymanan ji bo beşdariyê di hilbijartinên Iraqê de, ku biryar e di Gulana dahatî de bên encamdan.