Rêxistiya Lêbûrîna Navdewletî: Pêwîst e Iraq xelkê Xurmatû qerebû bike

Amnisty: Bi sedan xaniyên welatiyên Kurd û markêt û dukan li taxên Kurdan hatin wêrankirin û şewitandin û di nava çend deqeyan de ew welatî bê mal û milk man.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêvebira lêkolînên Rojhilata Navîn di Rêxistiya Lêbûrîna Nêvdewletî de Amnisty Internasional Lîn Meilûf ragihand, ku ew pêşwaziyê li komîteya lêkolînê dikin, ku ji aliyê Perlemana Iraqê ve hatiye pêkanîn, daku lêkolînê li ser bûyerên Xurmatû bike.

Lîn Meilûf tekez kir, ku pêkanîna komîteyê karekî giring e ji bo vegerandina mafên wan welatiyên ku mafên wan hatine binpêkirin û pêwîst e ew komîte bibe weke mertalekê ji wan welatiyan re, daku dubarê zordarî li wan nebe û mafên wan neyên binpêkirin.

Meilûf  got: "roja 16ê Cotmeha 2017an, bi sedema êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyê û rûbrûbûna wan li gel hêzên Pêşmerge, bi deh hezaran welatiyên sivîl neçar bûn ji malên xwe derkevin û mişext bibin".

Herweha diyar kir ku, "Bi sedan xaniyên welatiyên Kurd û markêt û dukan li taxên Kurdan hatin wêrankirin û şewitandin û di nava çend deqeyan de ew welatî bê mal û milk man".

Di dawiya gotinên xwe de Meilûf got "Ev bûn çend meh malbatên ji Xurmatû mişext bûne, di tirê û dijwariyê de dijîn û nizanin ewê bikaribin careke din li malên xwe vegerin. Lewra pêwîst e Hikûmeta Iraqê bilez pêngavên yasayî bavêje û rê li ber vegera wan xweş bike" .