Petrola Kerkûkê di bin bandoriya Heşda Şabî de ye
Heşda Şabî û hêzên Iraqî dest bi ser nefta Kerkûkê de girtine û bi kêfa xwe dişînin û didin aliyên ku ew dixwazin
K24 – Navenda Nûçeyan
Heşda Şabî û hêzên Iraqî dest bi ser nefta Kerkûkê de girtine û bi kêfa xwe dişînin û didin aliyên ku ew dixwazin.
Bi gotina endamekî Civata parêzgeha Kerkûkê, rojane beşek ji petrola Kerkûkê ji bo Îranê bi riyên qaçax tê şandin, bi vê yekê jî niha ti çavdêriyek li ser petrola Kerkûkê nema ye. Ji ber ku Civata parêzgeha Kerkûkê nikare bicive û Civata nûnerên Îraqê jî, ti zanyareke wan li ser vê yekê nîn e.