Demîrtaş cara yekem derbikeve li pêşberî dadger

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş piştî salekê dê cara yekem derbikeve li pêşberî dadger.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş piştî salekê dê cara yekem derbikeve li pêşberî dadger.

Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş îro dê bi tohmeta bêrûmetkirina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan were dadgehkirin. Demîrtaş berî niha jî gelek caran hate dadgehkirin, lê heta niha derneketibû pêşberî dadger.

Dadgehkirina Hevserokê HDPê dê li Dadgeha Bakirkoy a Stenbolê bi rê ve biçe û piştî salekê dê cara yekem beşdarê doza xwe bibe.

Hevserokê HDPê ji 4ê Mijdara sala 2016an ve girtî ye û di debarê wî 33 doz hatine vekirin. Di çarçoveya wan dozan de ji bo wî heta 482 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin.