Bexda rê nade wezîrekî Ewropî serdana Hewlêrê bike

Di çarçova dijayetîkirina Herêma Kurdistanê û spandina sizayan li ser wê, hikûmeta Iraqê rê nade Wezîrê Bergîriyê yê Belçîkayê serdana Hewlêrê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçova dijayetîkirina Herêma Kurdistanê û spandina sizayan li ser wê, hikûmeta Iraqê rê nade Wezîrê Bergîriyê yê Belçîkayê serdana Hewlêrê bike.

Li for zanyariyên medyayên Belçîkayê, di dawiya meha bûrî de Wezîrê Bergîriyê yê wî welatî Steven Vandeput ji bo roja “Christmas” xwastiye serdana leşkerên Belçîka yên li Herêma Kurdistanê bike, lê hikûmeta Bexdayê rê nedaye û wî jî red kiriye serdana Iraqê bike.

Herwiha medyayên Belçîkayê aşkere kirin jî, Steven Vandeput ji biryara Bexdayê gelekî tore bûye û gotiye: “Di riya dîplomasiyê re helwesta me li hember Bexdayê dibe.”

Belçîka yek ji welatan e ku bi armanca rahînankirina Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hejmarek ji leşkerên xwe şandine li Herêma Kurdistanê.