Fûad Husên: Hejmarek welat ji dorpêça ser Kurdistanê dilgiran in

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên ragihand, Papayê Vatîkanê şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwendiye û di civînê de behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên ragihand, Papayê Vatîkanê şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwendiye û di civînê de behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin.

Fûad Husên ji K24ê re ragihand, ligel Papayê Vatîkanê behsa rewşa Xiristiyanên li Herêma Kurdistanê dimînin û karesatên mirovî yên bi serê wan hatine, hatiun kirin ku çawa Vatîkan dê bikare alîkariya gelê Kurdistanê bike.

Herweha Fûad Husên got jî, di civînê de behsa pêwendyên Hewlêr û bexdayê û çawaniya çareserkirina prisgirêkan bi riya destûrê re kirine.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, “Di serdanên berê yên ji bo Parîs û Berlînê jî me behsa wê yekê kir ku Bexda dixwaze Herêma Kurdistanê ji cîhana derve bibire û heta ewên dixwazin bên Kurdistanê rêgiriyê li wan dikin. ev siyaset nayê qebûlkirin û welatên derve jî vê yekê bêzar bûne. Herwiha li dijî destûrê ye jî.

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ligel Papayê Vatikanê Pope Francis civiya.

Şanda Herêma Kurdistanê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiyê Fûad Hisên û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Qadir pêk tê. 

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/998f8fc4-4066-48b3-957e-9e68c662e268/011218BZE.ism/manifest