Îro şandeke Hikûmeta Kurdistanê seredana Bexdayê dike
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo civînan li gel Hikûmeta Iraqê seredana Bexdayê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandek Hikumeta herêma Kurdistanê ji bo civînan digel Hikumeta 'Iraqê seredana Bexdayê dike.
Ligor zanyariyên Kurdistan24, îro roja şemiyê, şandek bilind a Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Wezîrê Navxweyî Kerîm Şingalî seredana Bexdayê bike û danûstandinan li ser firokxane û dergehên sînorî bike.
Herweha Hikûmeta Iraqê çendîn komîteyên bilind, ji bo danûstandnan digel şanda Herêma Kurdistanê pêk aniye.