Îro şandeke Hikûmeta Kurdistanê seredana Bexdayê dike

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo civînan li gel Hikûmeta Iraqê seredana Bexdayê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandek Hikumeta herêma Kurdistanê ji bo civînan digel Hikumeta 'Iraqê seredana Bexdayê dike.

Ligor zanyariyên Kurdistan24, îro roja şemiyê, şandek bilind a Herêma Kurdistanê bi serpereştiya  Wezîrê Navxweyî Kerîm Şingalî seredana Bexdayê bike û danûstandinan li ser firokxane û dergehên sînorî bike.

Herweha Hikûmeta Iraqê çendîn komîteyên bilind, ji bo danûstandnan digel şanda Herêma Kurdistanê pêk aniye.