Doseya ewlehiya Xurmatû radestî hêzên bersivdana bilez hat kirin

Heşda Şeibî: Hevrêziyeke berdewam di nav me û hêzên bersivdana bilez de heye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê enya bakûr ya Heşda Şeibî, Elî Hisênî ragihand, doseya ewlehiyê ya bajarê Xurmatû ji bo hêzên bersivdana bilez ya ser bi wezareta navxwe ya Iraqê ve hat radetskirin.

Wî berpirsê Heşda Şeibî diyar kir, ku hevrêziyeke berdewam di nav Heşda Şeibî û hêzên bersivdana bilez de heye.

Ji encama bûyerên şazdê Cotmeha sala derbasbûyî û dagîrkirina Kerkûkê û bajarokê Xurmatû, bi dehan welatiyên Kurd li wî bajarokî şehîd bûne û bi hezaran kes jî mişextî Herêma Kurdistanê bûne.