Tirkiye ragihand: Em Efrînê topbaran dikin!

Ligor medyaya Tirk dengê topan li Reyhanli jî tên bihîstin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro piştî nîvro Artêşa Tirkiyê ragihand ku, ew bi topan êrîşî binkeyên Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) li Efrînê dikin. Ligor agahdariyên medyaya Tirk, ji bajarokê Reyhanli girêdayî Hatayê ji binkeya sînorî ya Ogulpinar topbaran hatine ancam dan.

Ligor medyaya Tirk dengên topan li Reyhanli jî tên bihîstin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan her îro li bajarê Elezîzê di Kongreya AK Partî  de ragihandibû ku, hefteyek bi ser ve derbas nabe, ew dê hêza Tirkiye nîşan bidin!