Geverî: Dengên me zêde ji Kurdistanê ji gelê Kurd pêk tê

K24 – Navenda Nûçeyan Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di proseya berev hilbijartina hevserokatiya xwe ya nû de guftûgoyan dike. Lê piştî ku Hevserokê HDP ê girtî Selahattîn Demîrtaş ragihand dê nebe namzet li ser vê erkê nîqaş jî dest pê kir.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/359a741f-eac9-47d3-b3cb-1bdeb1d87aac/011218CAY.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di proseya berev hilbijartina hevserokatiya xwe ya nû de guftûgoyan dike. Lê piştî ku Hevserokê HDP ê girtî Selahattîn Demîrtaş ragihand dê nebe namzet li ser vê erkê nîqaş jî dest pê kir. Bi gotina parlamenterekî berê yê HDPê ku ragihand bila kesek Tirk nebe namzet di nav aliyên çepgirên Tirkiyê ên nav partiyê û aliyên Kurd de li ser hilbijartina hevserokê nû ku bila kî bibe nîqaş zêdetir tê kirin.

Li Tirkiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di kongreya xwe ya 11'ê Sibatê de li Enqereyê hevserokê xwe yê nû dê hilbijêre. Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş ku niha di girtîgehê de ye ragihand dê nebe namzet. Piştre parlamenterê Kurd ê berê yê HDP Hasîp Kaplan amaje kir bila tu kesekî tirk ji bo hevserokatiyê hewl nede. Kaplan ji bêr vê daxuyaniya xwe ku di medyaya Tirkiyê de jî cîheke berfireh girt rastî bertekan hat û wek nîjadperest hat tohmetbarkirin. HDP jî ragihand tu eleqeya gotinên Kaplan bi partiya wan re nîn e. Parlamenterê HDP Behçet Yildirim amaje kir daxuyaniyên Kaplan nayê qebûlkirin û Kaplan bi hestiyarî tevdigere.

Parlamenterê HDPê Behçet Yildirim ji K24ê re wiha axivî: “Daxuyaniya Hasîp Kaplanî em wek bextreşiyek dibînin. Ji ber ku di parlamentoyê de nîn e û nebûye parlamenter loma van tiştan dibêje. Partiya me ne ya gelekî ye yan ne ya olekî û mezhebekî ye partiya me ya gelên ciyawaz e her pêkhateyek tê da cîh digire. Hin alî ji bo perçebûna partiya me behsa nîqaşên baskên cuda dikin lê ev fesadî ye.”

Nîqaşa baskên cuda, ji damezrandina roja HDPya ku tifaqa xwe ligel çepgirên Tirkiyê pêk aniye heta niha her berdewam e ku di nav Kurdan de tê nîqaşkirin. Rexneya mezin jî ew e ku kesayetên çepgir ku nikarin bêyî Kurd bikevin parlamentoyê û bi dengên Kurdan encaq dikarin bibin parlamenter lê bi helwesta xwe ya dûrî Kurdan dibin sedema dilgiraniyê.

Parlamenterê HDP Adem Geverî dibêje: “Ji me re çawa tifaqiyeke tevahiya gel, reng û çînên cuda yên Tirkiyê girîng e ji wê bêhtir, helbet tifaqa Kurdistanî jî girîng e, lewra dengên me zêde ji Kurdistanê ji gelê Kurd pêk tê. Di vê çarçoveya de em dixwazin hemû deng, reng, aliyên siyasî û civakî di nava HDPê de cîhê xwe bigirin û rola xwe bileyizin.”

Bi daxuyaniya Kaplan nîqaşa li ser mijara hilbijartina hevserokatiyê jî zêdetir bû. Ji HDP wek namzet ligel Osman Baydemîr û Ayhan Bîlgen behsa navê Ahmet Tirk jî hat kirin lê Tirk ragihand ji ber kêşeyên tenduristiya xwe dê nebe namzet.