Naveroka civîna şanda Herêmê li Bexdayê hat aşkerekirin

Derbarê civîna îro ya şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê ligel komîta taybet a hikûmeta Bexdayê de daxuyaniyeke hevbeş hate belavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê civîna îro ya şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê ligel komîta taybet a hikûmeta Bexdayê de daxuyaniyeke hevbeş hate belavkirin. Tê de Wezîrê Navxwe ya Iraqê tekezî li ser girîngiya girêdana van civînan û gotûbêjkirina pirsa deriyên sînorî, gomrik, firokxane û bendavan li ser binemaya pabendbûna bi destûrê û yasayên federalî kir.

Di daxuyaniyê de hat, “Bi armanca cibicîkirina fermana Diwana Serokatiya Encûmena Wezîrên Iraqê a hejmara (137) a sala 2017an, ku Heyder Ebadî bi wê fermanê komîtek bilind dirust kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên hunerî yên ligel Herêma Kurdistanê, yên taybet bi deriyên sînorî, fiorkxaneyan û birêvebirin bendavan, ji bo wê armancê îro 13/01/2017an şandeke hikûmî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî serdana Bexdayê kir.”

Daxuyaniyê Şanda Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, Wezîrê Navxwe ya Iraqê Qasim Arecî serperiştiya civîna di navbera şanda herêmê û wê komîta bilind kir û tekezî li ser girîngiya girêdana van civînan û gotûbêjkirina pirsa deriyên sînorî, gomrik, firokxane û bendavan li ser binemaya pabendbûna bi destûrê û yasayên federalî kir.

Di civînê de nûnerên Wezareta Navxwe, desthilata firokeyên sivîl, şaristanî, desteya deriyên sînorî, birêvebirina bendavan, dezgehên hewalgîriyê û tevahiya têbîniyên sereke û bingehîn yên taybet bi pêwendiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Di dawiyê de, her du aliyan li ser civîneke dualî ya din li hev kirin, ku roja 15/01/2018an li Hewlêrê bi rê ve biçe, ji bo bi hev re reşnivîseke giştgîr bi wan xalên ku li ser bên lihevkirin amade bikin û ji aliyên pêwendîdar re bên hildan.