Çarenivîsa firîngehên Herêma Kurdistanê yekalî dibin
Tariq Gerdî: "Pêşbînî heye berî dawiya vê mehê herdu firîngehên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bên vekirin".
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro şandeke Hikûmeta Iraq tê Hewlêr û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive.
Perlemanterê Iraqê ji firakisyona PDK Tariq Gerdî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Îro şandeke Hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê dike û li gel berpirsên Herêma Kurdistan gotûbêjan derbarê firîngehan û deryên sînorî dikin û dibe ku rêketin di navbera herdu aliyan de bê îmzekirin".
Gi gotina Tariq Gerdî: "Pêşbînî heye berî dawiya vê mehê herdu firîngehên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bên vekirin".
Destpêka vê hefteyê şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê navxwe Kerîm Şingalî, serdana Bexdayê kir û li gel wezîrê navxwe yê Iraqê Qasim E'irecî civiya, piştî vegera wê şandê, di daxuyaniyeke hevbeş de, hat ragihandin ku roja Duşemê wate îro, wê civîneke din li Hewlêrê bê lidarxistin û derbarê firîngehan û deryên sînorî û bendavan û çend pirsên din wê herdu alî lihev bikin.
Li gorî zanyariyên malpera Someriye News, demekê kin berî niha şanda Bexdayê ber bi Hewlêrê ve birê ketiye.