PDK bi lîsteyeke cuda beşdarî hilbijartinan dibe
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar da bi awayekî cuda wek lîsteyeke serbixwe beşdariyê di hilbijartinên Kurdistan û Iraqê de bike.
K24 – Navenda Nûçeyna
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar da bi awayekî cuda wek lîsteyeke serbixwe beşdariyê di hilbijartinên Kurdistan û Iraqê de bike.
Îro Polîtboruya PDKê civiya û jêderekî agahdar ji civînê ji K24ê re ragihand, PDKê tekeziyê li ser birêvebirina hilbijartinên Kurdistanê berî hilbijartinên parlemantoya Iraqê dike.
Wî jêderî tekez kir, PDK daxwaza pêkanîna hevpeymaniyekê ji bo hilbijartinên parlemantoya Iraqê kiribû, ku tevahiya hêzên Kurdistanê tê de beşdar bin, lê piraniya partiyan ne bi wê daxwazê re bûn, ji ber wê PDKê biryar da bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên parlemantoyê bibe.
Wî jêderê ji civîna Polîtboruya PDKê agahdar ji K24ê aşkere kir jî, PDK wek lîsteyeke serbixwe jî beşdarî hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê dibe. Li gor PDKê dibîne, ew dikarin ji piştî aşkerebûna encamên hilbijartinan hevpeymaniyeke nû ji bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê dabeşkirina postên parlemantoya Kurdistanê pêk bînin.
Aşkere kir jî, heger rewşa Kerkûkê û Xurmatûyê asayî nebe û xelk nikarebe bi azadî li mal û milkên xwe vegerin, jiyana asayî û baregehên partî û aliyên siyasî venegerin wan navçeyan û karê siyasî nebe, PDK wan navçeyan bi navçeyên dagîrkirî nas dike û encamdana proseya hilbijartinan li wan navçeyan di wê rewşê de, bi asayî nabîne.