Naveroka civîna îro ya şanda Hewlêr û Bexdayê aşkere bû
Piştî civîna îro ya şanda Bexda û şanda Herêma Kurdistanê ya taybet bi pirsên vekirina firokxane û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî civîna îro ya şanda Bexda û şanda Herêma Kurdistanê ya taybet bi pirsên vekirina firokxane û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye, pênc civînên dualî di navbera pispor û berpirsên her du aliyan de di warên (asayiş û sînor, firokxaneyan, gumrik û deriyên sînorî, bendavan, petrolê) de encam dan.
Herwiha hatiye, heyameke ji baweriyê û jihevtêgihêştinê di civînan de hebû û her civînek bi dariştina nivîsekê bidawî bû û hejmarek ji rasperdeyan lixwe girt. Herwiha dê ew rasperde ji bo komîta Bilind a li gor fermana dîwanê ya hejmar (137) a sala 2017an hatiye damezrandin bên hildan.
Herwiha di daxuyaniya hevbeş de hat, ew komîtên ku karê xwe bidawî nekirine, dê di karê xwe de berdewam bin û di pişt re dê raportên xwe hildin.
Her di wê derbarê de, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ji K24ê re ragihand, civîn gelekî erênî bûn û hêviya me ya baş bi civînan hene.