HDP: Erdogan Tirkyê dixe nav agir de
Kemalbay: Ti pirsgirêka gelên Tirkyê, bi deskeftên Kurdên Efrînê re nîn e. Lê Serokê Tirkyê ji bo parastina desthilata xwe, Tirkyê dixe nav agir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay ragihand, ti pirsgirêka gelên Tirkyê, bi deskeftên Kurdên Efrînê re nîn e. Lê Serokê Tirkyê ji bo parastina desthilata xwe, Tirkyê dixe nav agir.
Serpîl Kemalbay, li Perlemana Tirkiyê, di civîna Koma Partiya xwe de balkişand ser amadekariyên, ku Tirkyê ji bo operasyona Efrînê dike û got: "AKP ji bo veşartina kêmaniyên xwe li Rojhilata Navîn, agir geş dike û eger ku şer, pevçûn û alozî nemînin, wê demê, wê gendelî û diziyên desthilatê eşkere bibin".
Kemalbay diyar kir, ku divê Tirkye destê alîkariyê dirêjî Kurdên li Efrînê bike ku, Li Efrînê Kurd, Ereb, Ermen û Asuriyan civata xwe dirust kirin e û dixwazin xwe birêve bibin.
Navhatî zelal kir ku, her roj serokê Tirkyê gotinên xerab û neyartî hemberî Kurdan bikar tîne û got: "Bi wan gotinan, xerabî li welat tê çandin".