Aliyên siyasî: Ji erkê civaka navdewletî ye miletê Efrînê biparêze
Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser bajarê Efrînê şermezar dikin, û dibêjin ku pêwîst e civaka navdewletî van êrîşan rawestîne. Herwiha didin zanîn, xelkên Efrînê li beramberî artêşa Tirkiyê dê berevaniyê bike.
K24 – Qamişlo
Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê êrîşên li ser bajarê Efrînê şermezar dikin, û dibêjin ku pêwîst e civaka navdewletî van êrîşan rawestîne. Herwiha didin zanîn, xelkên Efrînê li beramberî artêşa Tirkiyê dê berevaniyê bike.
Piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, artêşa Tirkiyê bi tundî gundên Efrînê bombebaran dike. Rayedarên Tirkiyê dibêjin, ew hêzên PYD û YPG armanc dikin û dê nehêlin ti hêzên Kurdî li ser sînorê wan bêne avakirin.
Serkirdên Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar dikin,û dozê ji civaka navdewletî dikin da fişarê bixin ser hikûmeta Tirkiyê da êrîşên xwe rawestîne û pirsgirêkan bi danûstandinê çareser bikin.
Endamê Desteya Serokatiya ENKS'ê Nihmet Dawûd di vê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Îro ji dewletên xwedî bandor mîna Amerîka û Rûsiyayê û civaka navdewletî bi giştî tê xwastin ku miletê Kurd û bi taybet li Efrînê biparêzin û gefê Tirkiyê dûr bixin û rolekê bilîzin, nemaze jî Rûsya ji ber ew deverên kêmkirina şer lixwe digire, devera Kurdî divê ji van gefan bê parastin. Gurbûn ne ji berjewendiyên ti kesî ye, ne Kurd û ne jî ji bilî wan re.”
Serkirdên Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd (HNKS) jî di gel ENKS'ê derbarê şermezarkirina êrîşên Tirkiyê hevnerîn in û dibêjin berdewamiya êrîşan dê maf bide xelkên bajarê Efrînê da berevaniyê di ber xaka xwe de bikin. Herwiha didin zanîn ku êrîşên Tirkiyê ne li dijî partiyekê yan hêzekê ye, lê belê gelê Kurd bi temamî armanc ji xwe re digre.
Serkirde di HNKSê de Salih Gedo ji K24ê re got: “Hêza Rûsiyayê jî li devera Efrînê heye, û divê rê nedin dewleta Tirkiyê. Heger Tirkiyê êrîşî Efrînê bike, dê êrîşa wan ne seyran be, lê belê hemû xelk û pêkhateyên herêmê dê li hember wan bisekinin û qebûl nakin careke din Tirkiyê derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibe.”
Ji beriya çend rojan ve bi awayekî rojane artêşa Tirkiyê bajar û gundên Efrînê topbaran dike, bi behaneya ku hebûna hêzeke leşkerî Kurdî li ser sînorê wê ewlehiya Tirkiyê dixe metirsiyê de.