Siyasetmedarên Dîlokê: Tirkiye nikare ji operasyona leşkerî sûdê werbigire

Li Bakurê Kurdistanê yek ji navendên ku pêşveçûnên di derbarê Efrînê de ji nêz ve tê şopandin bajarê dîlokê ye ku siyasetmedarên Dîlokê amaje dikin ku eger operayoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyeyê ve li hemberî Efrînê pêk were, ev yek dê zirarê bide Efrînê lê; dê ji bo Tirkiyeyê jî encamên baş bi xwe re neyne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/01942491-a1d6-44c6-8941-7a95c90d199d/011718EEB.ism/manifest

K24 – Dîlok

Li Bakurê Kurdistanê yek ji navendên ku pêşveçûnên di derbarê Efrînê de ji nêz ve tê şopandin bajarê dîlokê ye ku siyasetmedarên Dîlokê amaje dikin ku eger operayoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyeyê ve li hemberî Efrînê pêk were, ev yek dê zirarê bide Efrînê lê; dê ji bo Tirkiyeyê jî encamên baş bi xwe re neyne.

Tirkiye, di derbarê operasyoneke leşkerî ya li hember Efrînê de her ku diçe daxuyaniyên xwe tûnd dike. Ev yek li bajarê Dîlokê jî ji nêz ve tê şopandin. Siyasetmedarên Dîlokê hişyarî didin ku operasyona leşkerî dê ji bo sedemên Tirkiyeyê nebe çareserî û her wiha ji bo rêveberiya xweser jî bang tê kirin ku di Rojavayê Kurdistanê de lihevkirineke berfireh pêk bînin.

Nûnerê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yê Dîlokê Ehmed Hessen balê dikişîne ser çareseriya siyasî û ji K24ê re wiha axivî: “Em dixwazin ku mijara Efrînê bi rêbazên aştiyane û bi rêya diyalogê ku Neteweyên Yekgirtî, Ewropa û Emerîka jî tê de daxil bin were çareserkirin. Qada siyasî jî divê bi lihevkirina rêkeftinên Dihok û Hewlêrê yevbigerin.”

Partiyên Kurdistanî yên Dîlokê jî di wê baweriyê de ne ku eger Tirkiye operasyoneke leşkerî li hember Efrînê pêk bîne ev yek dê pirsgirêkan kurtir bike. Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSKê yê Şaxa Dîlokê Medenî Çelîk amaje dike ku ew, jı egera operasyonê dilgiran in.

Medenî Çelîk dibêje: “Ev operasyon dê ji bo Tirkiyeyê jî ne baş be, di nava Tirkiyeyê de jî dê xirabî çêbibe. Eger operasyoneke leşkerî were li darxistin û kurd werin kuştin, dê kurdên Tirkiyeyê jî vê yekê qebul nekin, dê Kurdistan jî bersiva van êrîşan bide.”

Siyasetmedarên Dîlokê tînin zimên ku daxuyaniyên Tirkiyeyê çiqasî tund û êrîşkar bin jî, dê biryara operasyona leşkerî ya li hember Efrînê li gorî helwesta Emerîka û Rûsyayê diyar bibe û erêkirina van hêzan nebe operasyon jî pêk naye.