Birîmo: Tirkiye dixwaze bi operasyona Efrînê şikestina xwe ya Idlibê veşêre
Nûrî Birîmo: Rewşa Efrînê aram e û civaka Efrînê ne artêşa Tirkiyê nejî Artêşa Azad qebûl nake.
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê komîta navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê Nûrî Birîmo ji Kurdistan24ê re ragihand, ku du sedem ji operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê hene, yekem sedem şovîniya Tirkiyê ye û ya diwem jî Erdogan dixwaze şikestinên ku li Sûriyê rastî wî hatine, bi operasyonekê li dijî Efrînê veşêre.
Nûrî Birîmo tekez kir, ti metirsiya Efrînê li ser ewlehiya Tirkiyê tine ye û got: "Rewşa Efrînê aram e û civaka Efrînê ne artêşa Tirkiyê nejî Artêşa Azad qebûl nake".