Pêşbînî heye hefteya dahatî Bexda mûçeyên du wezaretên Herêma Kurdistanê bişîne
Dr. Viyan Caf: Komîteyên hûrbîniyê Iraqî soz dan me, ku ewê hemû bizavên xwe bikin ku bi hatina tîmên hûrbîniyê re, mûçeyê mehekê yê fermanberan bê şandin
K24 - Navenda Nûçeyan
Di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re, piştî vegera wan ji Bexdayê, endama şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê û hevdem Rêvebira pilandanînê di wezareta tendirustiyê de Dr. Viyan Caf ragihand: "Ji aliyê pilandanînê ve, aliyê Iraqî ti têbîniya wî li ser lîsta fermanberên herdu wezaretan nebû, lê ji wan hatiye xwestin ku hûrbîniyê di wan lîstan de bikin, ji bo wê mebestê jî, Hikûmeta Iraqê biryara pêkanîna desteyekê 16 kesî daye, ku li ser 4 tîman dabeş dibe, her du tîm wê kar li ser lîsta wezaretekê bike".
Derbarê pirsa nûçegihanê Kurdistan24ê li ser ew 450 milyar dinar ku dibêjin Hikûmeta Iraqê xistiye ser hesabê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Viyan Caf got: "Ew zanyarî li cem me jî heye, lê ew yek ne di karnameya serdana me debû û karê me tenê di çarçoveya tîmên hûrbîniyê de bû, lê me ji bo serok û endamên komîteyên bilind yên Hikûmeta Iraqê pêşinyar kir, ku ji ber rewşa abûriya Herêma Kurdistanê, bi kêmanî Bexda mûçeyê mehekê yê fermanberan bişîne û li bendî raporên komîteyên hûrbîniyê nemîne, wan jî soz dan me, ku ewê hemû bizavên xwe bikin ku bi hatina tîmên hûrbîniyê re, mûçeyê mehekê yê fermanberan bê şandin".