Tirkiye: Emê derbasî Efrînê bibin û baweriya me bi Amerîka nema ye

Çawîşoglu: Tirkiyê ne li dijî gelê Kurd e, lê şerê wê li dijî PKK û PYD ye, em qebûl nakin PYD beşdarî kongirê Sochi bibe, lê Kurdên ji derveyî PYDê wê beşdar bibin

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu di hevpeyvînekê de li gel kenala CNN ya Tirkî de ragihand, ji ber ku Washingtonê sozên xwe yên ku dabû Enqerê bicî nekiriye, baweriya Tirkiyê jî be Amerîka nema ye.

Mewlûd Çawîşoglu got: "Emê derbasî her yek ji Minbic û Efrînê bibin, û em nema li hêviya sozên Amerîka dimînin, ji ber ku heya niha Amerîka sozên xwe yên derbarê Minbic û Reqayê bicî nekiriye".

Derbarê pêkanîna hêzekê ji bo parastina sînoran, Çawîşoglu got: "Pêkanîna wê hêzê wê ziyanekê mezin li pêwendiyên di nav me û Amerîka de bike".

Navhatî diyar kir, ku Tirkiya û Amerîka di NATO de hevpeymanên hev in, lê Amerîka li Sûryê kiryarên li dijî wê hevpeymaniyê dike.

Wezîrê derve yê Tirkiyê tekez kir, ku ew ne li dijî gelê Kurd in, lê şerê wan li dijî PKK û PYD ye. Herweha got: "Em qebûl nakin PYD beşdarî kongirê Sochi bibe, lê Kurdên ji derveyî PYDê wê beşdarî wî kongirî bibin, ji ber vê yekê jî, nabe Mosko li dijî operasyona Efrînê derkeve".

Ev çend roj in Tirkiyê daxuyaniyên tund dide û gefa operasyoneke serbazî li ser Minbic û Efrînî dike û ji bo vê mijarê, biryar e îro her yek ji serokerkanê artêşa Tirkiyê û rêvebirê MÎTê serdana Rûsya bikin.