Şoygû û Akar liser Efrînê civiyan
Wezîrê berevaniya Rûsiyê Sêrgey Şoygû û Serokerkanê Tirkiyê bi hevre civiyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê berevaniya Rûsiyê Sêrgey Şoygû û Serokerkanê Tirkiyê bi hevre civiyan.
Li gor daxûyaniya Wezareta berevaniya Rûsyayê, Serokerkanê Tirkiyê Hulusî Akar serdana Moskow kir û bi Wezîrê wê yê berevaniyê re civiya, û her du aliyan mijarên cuda cuda yên Rojhilata Navîn dinav de Sûriyê jî gotûbêjkirin.
Ev hevdîtin di demekê de ye ku, Tirkiyê amadekariyên pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî devera Efrînê ya rojavayê Kurdistanê dike.