Ryan Dilon: Tenê di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya HSDê dikin
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dilon derbarê êrîş û gefên Tirkiyê li ser Efrîn de got, ew naxwaze bikevin wê mjarê ya ku hîn rû nedaye, lê tenê ew li Sûriyê tekeziyê li ser şerê li dijî DAIŞê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Ryan Dilon di hevpeyvînekê ligel K24ê de derbarê gefên Tirkiyê ên destpêkirina operasyonekê li dijî Efrînê de got, ew di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin û alîkariyan wan berdewam jî dibe, ji bo parastina ewlehiya navçeyên di destê wê de.
Ryan Dilon aşkere kir jî, derbarê gefên Tirkiyê yên li ser Efrîn ew bi Tirkiyê re di nava peywendiyê de ne.
Ev daxuyaniyên Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di demekê de ne, Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Tirkiyê kir ku li dijî terorê şer bike û girîngiyê tenê bide wê babetê û piştevaniya Tirkiyê nakin ku êrîşî Efrînê bike.