Hêzên Rûsî ji Efrînê vedikişin
Ajansa nûçeyan a “Anadolu” balav kir, artêşa Rûsyayê ji bajarê Efrînê vekişiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa nûçeyan a “Anadolu” balav kir, artêşa Rûsyayê ji bajarê Efrînê vekişiya.
Ajansa nûçeyan a “Anadolu” zanyariyên zêdetir derbarê vekişandina hêzên Rûsî ji bajarê Efrînê belav nekiriye û tenê ragihandiye hêzên Rûsî dest bi vekişandina ji Efrînê kirine.
Li gor rêkeftinekê di navbera YPG û Rûsyayê de, hêzeke Rûsî ji meha Adara 2017an de li gundên Kefir Cenê ya Efrînê bicih bûbûn. Peyvdarê YPGê yê wê demê Rêdûr Xelîl gotibû, di çarçova jinavbirina terorê de, hêzên Rûsyayê dê rahênanê bi şervanên YPGê bike.
Vekişandina hêzên ji Efrînê di demekê de ye, artêşa Tirkiyê amadekariyên xwe ji bo operasyona li dijî Efrînê de temam kiriye, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli jî ragihand, operasyona bi kirdarî dest pê kiriye, lê hîna ew derbasî Efrînê nebûne.
Ji bo gotûbêjkirina destpêkirina operasyonê û bikaranîna esmanê Efrînê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê, duh Serokerkanê Tirkiyê serdana Moskoyê kir û ligel Serokerkanê Rûyayê civiya.
Ji aliyê xwe ve, rojnameya “Haber Turk” îro belav kir, fermandarên artêşa Tirkiyê plana destpêkê ya operasyonê danane û plan ji çend qonaxan pêk tê. Wê rojnameyê amaje bi wê yekê kiriye, di qonaxa yekem de artêşa Tirkiyê û rûbirûyî YPGê nabe.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, artêşa Tirkiyê ji duh bi awayekî berfereh gundên Efrînê dide ber topan.