Serokê Tirkiyê destpêkirina operasyona Efrînê ragihand
Erdogan: Operasyona Efrînê, wê heya Minbic berdewam be.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan ragihand, ku operasyona meydanî li Efrînê destpê kiriye û tiştê pêwîst be ji bo nehiştina "tîrorîstan" ewê bikin.
Hevdem ragihand ku ew guh nadin helwest û daxuyaniyên Amerîka û ew yek ji wan re negiring e û got: "Emê korîdorên terorîstan" li Sûrya ji hole rakin.
Erdogan di gotarekê de li pêşya serkirdeyên AKPê li parêzgeha "Kutahya" ya Tirkiyê ragihand, Amerîka sozên xwe li Minbic bicî nekiriye û eşkere kir, ku operasyona Efrînê, wê heya Minbic berdewam be, heya ku ew tevahiya sînorên di nav Tirkiyê û Sûryê "Bakur û Rojavayê Kurdistan" de kontirol bikin.