Artêşa Tirkiyê bingehên YPG li Efrînê topbaran kirin
Artêşa Azad: Ti desthilat di destê me de tine ye ku em şerê Efrînê rawestînin, lê em beşdarî wî şerî nabin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî ajanseke nêzîkî YPG, artêşa Tirkiyê gundên Efrînê û deverên Şehba topbaran dikin, di heman demê de firokeyên çavdêriyê li ser ezmanê Efrînê difirin.
Li gorî heman ajansê, artêşa Tirkiyê bi top û mûşekan gundê Îqîbe li devera Şêrawa û gundên Bilêlka, Qerebaba û Surka yên ser bi Raco ve topbaran dike û li deverên Şehba jî artêşa Tirkiyê ji bajarê Mar'i ve, herdu gundên Hisacik û Simoqe topbaran dike.
Ji aliyê xwe ve peyvdarê Artêşa Azad Usama Ebû Zêd ragihand, ku ti desthilat di destê Artêşa Azad a Sûriyê de tine ye ku şerê Efrînê rawestîne, lê wan biryar daye beşdarî wî şerî nebin.

Ebû Zêd diyar kir, ku Tirkiya hevpeymaneke giring e ji wan re, û got: Girûpên Kurdî guh nadin daxwazên me û mijûlî encamdana lîstikeke metirsîdar in.
Navhatî tekez kir ku, anîna serbazên Rûsî ji bo Efrînê, gaveke nerênî bû ji aliyê YPGê ve û vê yekê kirîz aloztir kir.