10 sivîl li Efrînê birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji gund û navçeyên Efrînê re 10 kesên sivîl birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji gund û navçeyên Efrînê re 10 kesên sivîl birîndar bûn.

Çalakvanên bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji gundên navçeyên Şêrewa, Cindirêsê, Şera û Reco re, 10 kesên sivîl birîndar bûn û jib o nexweşxaneyên bajarê Efrînê hatin veguhastin.

Sererkaniya Tirkiye bi daxûyaniyekê ragihand ku “Îro demjimêr 17:00an Operasyona Efrînê bi nave “Operasyona Şaxa Zeytûnê” destpêkir.

Hevdem bi ragihandina Sererkaniyê belafirên cengî yên Tirkiyê, wekî tê gûmankirin bi erêkirina firînê ji alî Rûsya, êrîş birin ser deverên Efrînê.

Ligor çavkaniyên herêmî dengên teqînan li Efrînê hatine bihîstin. Firîna belafirên cengî liser esmanên Efrînê berdewam e.