KCK: Rûsya û Sûrya ezman li ber êrîşên firokeyên Tirkiyê li ser Efrînê vekirine
KCK: Efrîn li Sûryê modêleke demokratiya Herêmê ye û Rûsya û Ewropa yên destûra êrîşê dane Tirkyê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevserokatiya komîteya rêvebir ya KCK ragihand, ku Efrîn li Sûryê modêleke demokratiya Herêmê ye û Rûsya û Ewropa yên destûra êrîşê dane Tirkyê, bûne hevparê dijminatiya li dijî Kurdan.
Di daxuyaniyekê de hevserokatiya dibêje: "Gelê Efrînê wê axa xwe biparêze û tevgera azadî ya Kurdan wê bi hemû hêza xwe bi Efrînê re be".
KCK got jî: "Rûsya û Sûrya niha riya ezmanî ji bo Tirkiyê vekirine ji bo encamdana êrîşan, ev tê wê wateyê ku berjewendiyên Rûsya û Sûrya li Efrînê nema ne û bazarkirineke qirêj li ser pişta Kurdan tê kirin. Lê Efrîn wê li berxwe bide, çawa bi ragihandina 1ê Mijdarê roja Kobanê hemû gelên cîhanê rabûn ser piyan, divê hemû gelên cîhanê li dijî dagîrkirina Efrînê jî rawestin".
KCK di daxuyaniya xwe de, bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrat kir ku mîna berxwedana Kobanê, xwedî li Efrînê jî derkevin.