Nêçîrvan Barzanî û Elî Şemxanî pêwendiyên du alî gotûbêj dikin
Biryar e îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel serokê Îranê Hesen Rûhanî û serokê Perlemana Îranê Elî Larîcanî jî bicive.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û sikirtêrê encûmena bilind a ewlehiya netewî ya Îran Elî Şemxanî, li Taran civiyan.
Li gorî Ajansa Tesnîm ya Îranî, şanda Herêma Kurdistan bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, li gel sikirtêrê encûmena bilind a ewlehiya netewî ya Îran Elî Şemxanî di civînê de behsa pêwendiyên herdu aliyan kirine û biryar e îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel serokê Îranê Hesen Rûhanî û serokê Perlemana Îranê Elî Larîcanî jî bicive.