Tirkiye: 32 firokeyan 45 deverên Efrînê bombebaran kirine

Artêşa Tirk da xuyakirin, îro 32 firokeyan li Efrînê 45 dever kirine armanc. YPG jî da xuyakirin, li sînorê Efrînê 3 tankên Artêşa Tirk hatiye têkşikandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirk da xuyakirin, îro 32 firokeyan li Efrînê 45 dever kirine armanc. YPG jî da xuyakirin, li sînorê Efrînê 3 tankên Artêşa Tirk hatiye têkşikandin.

Operasyona Artêşa Tirk li Efrînê berdewam dike. Artêşa Tirk bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, îro 32 firokeyan li Efrînê gelek dever kirine armanc. Her weha hat diyarkirin, di bejahiyê de jî leşkerên Tirk îro nîvroyê ketin axa Efrînê.

Li aliyê din, ajanseke nêzîkî YPG da xuyakirin, zirîpoşên Artêşa Tirk dema xwastine derbasî xaka Efrînê bibin hatine armanckirin û di encamê de heta niha 3 tankên wan hatine têkşikandin û 4 serbazên Tirk jî hatine kuştin.

Sererkaniya Tirkiye duh bi daxuyaniyekê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand.  Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand, operasyona li dijî Efrînê dê li ser 4 qonaxan be û dê herêmek tampon bi kûrahiya 30 K.M ava bikin.

Operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê gelek karvedanên navdewletî li pişt xwe anî. Di dawî karvedan de Fransayê daxwaza civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo wê operasyonê kir.