ENKS daxuyaniya Îtîlafa opozîsyonê red dike
Koma Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) daxuyaniya Îtîlafê ya tê de piştgiriya operasyona li dijî Efrînê red dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Koma Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) daxuyaniya Îtîlafê ya tê de piştgiriya operasyona li dijî Efrînê red dike.
Koma ENKSê daxuyaniya Îtîlafê red kir û got, biryar bû Desteya Siyasî ya Îtîlafê ji bo rewşa Efrînê biciviya, lê Îtîlaf bê ku bi wan re bicive û mijara Efrînê bi wan re gotûbêj bike, helwesta xwe ya bi piştgiriya operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê da, ji ber wê jî wê daxuyaniya tîlafê û naveroka wê red dikin.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) daxuyaniyek belav kiribû û tê de piştevaniya xwe ji operasyona artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ya li dijî Efrînê re nîşan dabû.
Koma ENKSê dubare tekezî li ser helwesta xwe ya derbarê Efrînê de kir, ku ew êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê şermezar dike, ji ber ku ew operesyon jiyana sivîlan dixe metirsiyê.
ENKSê daxwaza rawestandina operasyonên leşkerî yên li dijî Efrînê kir û diyar kir, ku ev destêwedan dê bi arasteya radestkirina herêma Efrînê ji rêjîma Sûriyê re be û wê demê dê rewash siyasî û ewlehî aloztir bike.