Leşkerekî Tirk hat kuştin
Artêşa Tirkiyê ragihand, şeva bûrî leşkerekî artêşa Tirkiyê di operasyona li dijî Efrînê de hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê ragihand, şeva bûrî leşkerekî artêşa Tirkiyê di operasyona li dijî Efrînê de hate kuştin.
Ajansa “Anadolu” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, di çarçova operasyona Şaxa Zeytûnê de leşkerekî Tirk di rûbirûbûna YPGê de li nêzîkî gundê Gulbabê ya Kilîsê hatiye kuştin.
Di wê çarçovê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên ligel Tirkiyê êrîşî ser Efrînê dikin ragihandin, ku wan karibûn çiyayê Parsê li rojhilatê Efrînê kontrol bikin, lê kenala “CNN” a Tirkî ew çekdar ji wê navçeyê vekişane.
Ev yek di demekê de, duh Peyvdarê HSDê ragihandibû, di encama êrîşê de 40 ji leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê hatin kuştin û nêzîkî 300 leşker û çekdar jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê roja 20ê vê mehê i operasyona li dijî Efrînê ya bi navê Operasyona Şaxa Zeytûnê ragihand û bi firokeyên şer û topxaneyan gundên Efrînê bombebaran û topbaran dike.