Erdhejek bi hêza 8 pileyan li ser pîvanan Rexter qewimî
Erdhejek gellekî bihêz başûrê rojhilatê Alaska hejand û metirsiya çêbûna tisûnamîkê heye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Erdhejek gellekî bihêz başûrê rojhilatê Alaska hejand û metirsiya çêbûna tisûnamîkê heye.
Desteya rûpîvana ciyolocî ya Amerîkî, îro sêşemê 23/1/2018an ragihand ku: "Hêza wê erdhejê 8.2 pile bû li gorî pîvana Rexter û li wîlayeta Alaska qewimî ye".
Li gorî zanyariyên wê desteyê, navenda erdhejê bi kûriya 10 kîlo metran bû û 281 kîlo metran ji bajarê Kodyak ve dûr e.
Piştî çêbûna wê erdhejê, sîstema haydarkirinê zengilê metirsiya çêbûna tisûnamîkê lêda û heya niha jî ti amarek derbarê ziyanên wê erdhejê nehatiye ragihandin.