Artêşa Tirkiyê 2 gule avêtin Qamişlo

Artêşa Tirkiyê Îro danê sibê taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi 2 guleyên Hawinê topbaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê Îro danê sibê taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi 2 guleyên Hawinê topbaran kir.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, îro Îro demjimêr 8 sibehê artêşa Tirkiyê taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi 2 guleyên Hawinê topbaran kir. di encamê de ti ziyanên canî nebûn, lê xaniyek wêran bû.

Tê zanîn, duh artêşa Tirkiyê bi çend gulayan gundên Hazirî, gundê Şorik û gundê Cirnikê yên Amûdê jî topbaran kiribûn.

Herwiha li Serê Kaniyê jî leşkerên Tirk gule bi ser xaleke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berdabûn û di encamê de 3 kes birîndar bûbûn.

Ev yek di demekê de ye, ji roja 20ê vê mehê ve artêşa Tirkiyê operasyona li dijî herêma Efrînê ragihandiye û gundên Efrînê topbaran û bombebaran dike.