Amerika ji Operasyona Efrînê dilgiran e
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ew ji êrîşa Tirkiyê ser 'Efrînê dilgiran in
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ew ji êrîşa Tirkiyê ser 'Efrînê dilgiran in.
Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert tekez kir ku, daxwaz ji Tirkiyê dikin, aramîya navçeyê biparêzin, jiber ku 'Efrîn li bakûrê rojavayê Suriyê aram bû û niha ne aram e.
Amaje kir ku, Amerîka dixwaze ew alozî bidawî were, jiber ku berê şerê dijî DAIŞê diguhere.
Taybet ji Kurdistan24 re Nauert got, daxûyaniyên Rûsyayê derbarê dan a çekan ji aliyê Amerîkayê bo YPG, bi derxistina aloziyan di navbeyna Amerîka û Tirkiyê de binav kir û diyarkir, her dû welat hevpeymanên NATO ne û ew daxuyaniyên Rûsyayê propaganda ne.