Nêçîrvan Barzanî û Şah Ebdulah pêşhatên navçê gotûbêj dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şah Urdinê Şah Ebdulah li Davosê dicivin û rewşa navçê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şah Urdinê Şah Ebdulah li Davosê dicivin û rewşa navçê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj dikin.
Şanderê K24ê li Davosê ragihand, biryar e îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şah Urdinê Şah Ebdulah li Davosê bicivin.
Duh Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê bi beşdariya 70 serok, serkirde û sermeyedarên cîhanê dest pê kir. Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî beşdarî korbendê bûye û biryar e çendîn hevdîtin ligel serok û serkirdeyên cîhanê bike.
Di civînê de dawî pêşhatên navçê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çend pirsên din gotûbêj dikin.