Salih Mislim: Em niha li Efrînê şerê terorê dikin

Ligel berdewamiya êrîşên artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê, serkirdên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bêdengiya navdewletî bi piştevaniya terorê binav dikin.

 

K24 – Qamişlo

Ligel berdewamiya êrîşên artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê, serkirdên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bêdengiya navdewletî bi piştevaniya terorê binav dikin.

Serkirdên PYD'ê bêdengiya navdewletî û bi taybet Rûsiyayê wek piştgiriyê ji hêzên terorî re dibînin û tekez dikin ku yek ji armancên Tirkiyê ew e ku careke din deverên Sûriyê bixe bin kontrola girûpên terorê de û ji bo vê yekê hemû hêza xwe bikar tîne.

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso di vê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Ev bêdengî hebe, mirov dikare bibêje ev bêdengî dê bihêle aloziya li Sûriyê hîn kûrtir bibe û şer û şevçûn zêdetir bi xwe re bîne, di heman demê de dibe derfeteke mezin ku careke din DAIŞ xwe komî serhev bike. Em ewqas sal li hember DAIŞê şer hate kirin, lê îro DAIŞ dikare bi hêsanî hêza xwe xurt bike û careke din vegere.”

Ji aliyekî din ve serkirdên tevgera civata demuqrat TEV DEM'ê didin zanîn ku welatê Rûsiyayê di bin maseyê de rêkeftin bi Turkiyê re girê daye, û bajarê Efrînê yek ji qurbaniyên vê rêkeftinê ye, û tekez dikin ku piştî bêdengiya hêzên navdewletî ji bilî berevaniyê di ber xaka Efrînê de berdêlî tunene, herwiha dozê ji civata navdewletî dikin ku şerê li dijî Efrînê rawestînin.

Serkirdê di TEV DEM'ê de Salih Mislim got: “Şerê ku niha li Efrînê dibe, ew jî şerê terorê ye, ji ber ku ya DAIŞ xwedê kiriye dewleta Tirkiyê bixwe ye. Ti rê li pêş gelê me nîn e ji bilî gelê me hevûdu bigire û bi hêza xwe beravaniyê bike. Dewleteke herî biçûk jî heger hevûdu bigire, dewleta herî mezin di dinyayê pê nikare. Ev îro ji me tê xwastin ku em hevûdu bigirin.”

Operasyona artêşa Tirkiyê û gropên çekdar yên opozisyona Sûriyê ji beriya 4 rojan ve dest bi êrîşa li ser Efrînê kiriye. Artêşa Tirkiyê bi topaxane û firokeyan navçeyên Efrînê topbaran û bombebaran dikin.