HSD amara êrîşa roja çarem a êrîşa Tirkiyê aşkere dike
Navenda Ragihandina HSDê amarên duh roja çarem a êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ragihand û diyar kir, di êrîşan de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Navenda Ragihandina HSDê amarên duh roja çarem a êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ragihand û diyar kir, di êrîşan de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Navenda Ragihandina HSDê da zanîn, duh ji danê sibê ve artêşa Tirkiyê bi hovane navçeya Cindirêsê bi çekên giran topbaran kir û 4 sivîl ku di nava wan jin û zarok hene şehîd bûn û 14 sivîl jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat jî, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê hewl dan bilindahiyên navçeya Reco li aliyê gundê Qude ve kontrol bikin, lê hêzên wan karîn wê êrîşê têk bişkînin û wesaîteke leşkerî birûxînin û 6 çekdaran bikujin.
Li gundê Umera jî şer û pevçûn di navbera hêzên wan û çekdarên opozîsyonê de derket, di encamê de tankek hat şikandin û hemû çekdarên tê de hatin kuştin.
Li gundê Hemamê jî şer û pevçûn tund derket û hêzên wan karîn wê êrîşê bişkînin. Li girê Qestelê jî êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê hat şikandin.
Di şer û pevçûnên li gundê Umera ya navçeya Mabeta de jî 24 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.
HSDê daxwaz ji raya giştî ya cîhanê kir û rêxistinên mirovî û komîtên mafên mirovan kir, tawanên vê erîşa hovane ya ti cudahî di navbera wê û êrîşên DAIŞê de nîn e, belge bikin û tawanbaran şermezar bikin.