Navçeyên Efrînê û bendava Meydankê di bin êrîşên firokeyan de ne

Peyamnêrê K24ê li Kilîsê Hesen Kosan ragihand, îro çiyayê Qestelê ya stratejîk ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hat bombebarankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Kilîsê Hesen Kosan ragihand, îro çiyayê Qestelê ya stratejîk ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hat bombebarankirin. Herwiha ji nîva şeva bûrî de navçeya Cindirês û Raco ji aliyê firokeyan ve hat bombebarankirin.

Da zanîn jî, di Deriyê Gumrika Oncupinar ya li bajarê Kîlîsê re hejmareke tank derbasî derdora Ezazê bûn, ku ew bajar di sînorê Efrînê de ye û di jêr kontrola grûpên çekdarên opozîsyonê de ye.

Diyar kir jî, şer û pevçûn li derdora Çiyayê Barsayê ya navçeya Şera ku di jêr kontrola YPG'ê de bi awayekî dijwar didomin û ji aliyê Kîlîsê ve ev çiyayê ku 15 K.M dûrî Efrînê ye tê topbarankirin.

Ji aliyê xwe jî jêderên ji nava Efrînê ji K24ê re ragihandin, firokeyên şer ên Tirkiyê bendava Meydankê ya li ser çemê Efrînê bombebaran kirin.