HSD: Şervanên Amerîkî û Ewropî li hember Tirkiyê şer dikin
Xwebeşên biyanî yên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şer li Kobanê û Reqayê kirine, niha li Efrînê ne û şer li dijî Tirkiyê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwebeşên biyanî yên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şer li Kobanê û Reqayê kirine, niha li Efrînê ne û şer li dijî Tirkiyê dikin.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji K24ê re ragihand, xwebexşên biyanî yên Amerîkî û Ewropî yên ku berê di şerê Kobanê, Reqa û Dêrezor tevlî rêzên HSDê bûne, niha li Efrînê ne û ligel hêzên HSDê li dijî operasyona Tirkiyê berevaniyê di ber Efrînê de dikin.
Lê Mistefa Balî hejmara wan şervanên biyanî û çawaniya gihêştina wan ji Dêrezor û Reqayê bo Efrînê diyar nekir.
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê pilebilind ê HSDê Rûdûr Xelîl ji Reutersê re ragihand, niyaza şervanên HSDê yên biyanî yên li Reqa û Dêrezorê şer dikin, berên xwe bidin Efrînê.”
Artêşa Tirkiyê roja 20 vê mehê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand û dest bi topbaran û bombebarana Efrînê û gundên wê kir. îro di roja 5emîn de firokeyên şer ên Tirkiyê navçeyên Cindirês, Bilbilê, Raco bombebaran dike.