Bordûmana firokeyên Tirkiyê li ser gundên Efrînê berdewam e
Hin jêderên ji nexweşxaneya Efrînê: Di encama 5 rojên şer de, heya niha 25 kesên sivîl birîndar bûne û zarok û jin jî di nav wan de hene.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê K24ê li Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Efrînê ragihand, ku îro firokeyên cengî yên Tirkiyê bi awayekî bêtir ji duh, gundên ser bi Efrînê ve bordûman kirin.
Nûçegihanê Kurdistanê24ê diyar kir, ku her yek ji navçeyên: Şêrawa, Şera û Bilbilê û gundên ser bi wan navçeyan ve her yek ji: Qestelê, Baflûn, Qetmê, Meydankê, Kefer Rûmê, Gundê Mezin û Basûfanê ketine ber êrîşan de.
Herweha hin jêderên xwecihî ragihandin, ku gundên Îska yê ser bi navçeya Şêrawa ve û gundê Celemê yê ser bi Cindirêsê ve hatine bordûmankirin.
Li gorî hin jêderan ji nexweşxaneya Efrînê, di encama 5 rojên şer de, heya niha 25kesên sivîl birîndar bûne û zarok jin jî di nav wan de hene.