Du lîwayên Pêşmerge bûn yek

Ji niha û pêve, wê hemû fewc û hêzên ser bi wan lîwayan ve, fermanên serbazî tenê ji fermandeyê mihwerê xwe û wezareta Pêşmerge werbigirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, ku îro biryar li ser yekgirtina herdu lîwayên 1 û 2 yên piyade yên ser bi wezareta Pêşmerge ve hat dayin.

Di daxuyaniyekê de wezareta Pêşmerge diyar kir: "Îro 24/1/2018an li dîwana wezareta Pêşmerge bi serperiştiya birîkarê wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn û berpirsê yekeyên 70 yên hêzên Pêşmerge Şêx Ceifer Şêx Mistefa û bi amadebûna emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge ferîq Cebar Yawer û hejmarek ji efserên pile bilind û fermandeyên lîwayên 1 û 2 yên piyade û cîgirên wan fermandeyan, civîneke berfireh li ser çawaniya yekgirtina herdu lîwa û fewcên wan birêve çû".

Li gorî daxuyaniyê: "Tevahiya biryarên pêwîst ji bo yekgirtina herdu lîwayan hatin stendin û tekezî li ser pêwîstiya yek fermanî û yek biryarî di nav rêzên hêzên Pêşmergên Kurdistan de hat kirin û ji niha û pêve, wê hemû fewc û hêzên ser bi wan lîwayan ve, fermanên serbazî tenê ji fermandeyê mihwerê xwe û wezareta Pêşmerge werbigirin.

Herweha daxiyaniyê zelal kir ku"Navçeyên operasyonên lîwayên 1û2 piyade hatine diyarkirin û biryar hatiye stendin bi pêkanîna komîteyeke bilind ji bo pêdaçûn û destnîşankirina kêmanî û pêdiviyên herdu lîwayan û çawaniya çarekirina kêşeyan di qonaxa hevgirtinê de".