Kesayetiyên Tirkiyê daxwaza bidawîanîna operasyonê dikin
170 navdarên Tirkiyê ji bo operasyona li dijî Efrînê were rawestandin nameyek şandin Parlementoya Tirkiyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
170 navdarên Tirkiyê ji bo operasyona li dijî Efrînê were rawestandin nameyek şandin Parlementoya Tirkiyê.
Nerazîbûnên li dijî operasyona Efrînê zêdetir dibe û 170 kesayetên wekî siyasetmedar, hunermend, nivîskar û rojnamevan daxwaza rawestandina operasyonê ji Parlementoya Tirkiyeyê kirin.
Di nameya ku ji aliyê 170 navdarên Tirkiyê ve hatiye îmzekirin, de tê gotin Efrîn li dijî Tikriyê ne gef e û operasyon dê ewlekarî û aramiya navçeyê têk bide.
Kesayetiyan daxwaza rawestandina bilez a operasyonê kir û got, divê di zûtirîn dem de şerê li dijî Efrînê bidawî were û pirsgirêk bi danûstandinan were çareserkirin.
Di nav îmzekerên nameyê de kesên wekî Ertugrul Gunay ku wezîrê berê yê hikûmeta AK-Partiyê bû jî heye.