"Eger heye YNK di destpêka Adarê de kongirê xwe lidar bixe"

Ednan Muftî: Sibe wê zanyariyên bêtir li ser civîna îro bên belavkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî a Kurdistanê Ednan Muftî, derbarê civîna îro ya encûmena serkirdatiya YNKe ji bo diyarkirina dema lidarxistina kongirê wê partiyê ragihand: "Sibe wê zanyariyên bêtir li ser civîna îro bên belavkirin".

Ednan Muftî ji rojnamevanan re ragihand, ku civîna wan ya îro taybet bi pirsên navxwe yên YNK bû.

Derbarê amadenebûna Mela Bextyar di civînê de Muftî got: Ez sedema amadenebûna Mela Bextyar nizanim".

Piştî koça dawî ya sikirtêrê giştî yê YNK Mam Celal Talebanî û bi taybet piştî rêketina hejmarek ji berpirsên wê partiyê li gel Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ji bo radestkirina Kerkûkê û navçeyên din yên wê parêzgehê û bajarokê Xurmatû, kêşeyên nav YNK bêtir bûn û heya niha dema lidarxistina kongir nehatiye diyarkirin.