HSD: 7 Serbazên din yên Tirkiyê li Efrînê hatin kuştin
Çavdêrgeha Sûryê ya Mafên Mirovan: 2 serbazên Tirkiyê û 48 çekdarên ketîbeyan hatine kuştin û 42 şervanên YPG canê xwe ji dest dane.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ragihand, di şerê derdora Efrînê de, yê di nav şervanên HSD û artêşa Tirkiyê de, 7 serbazên din yên Tirkiyê hatin kuştin.
Ajansa Hawar ya nêzîkî PKK belav kiriye: "Şervanên HSD îro li derdora gundên Şêx Îsa û navçeya Şehba ya ser bi Herêma Efrînê ve, êrîşî artêşa Tirkiyê kirin û di encamê de 7 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û tankek û otombêleke serbazî hatin têkbirin".
Ji aliyê xwe ve Çavdêrgeha Sûryê ya Mafên Mirovan ragihand, ku ji roja 20ê vê mehê ve û heya niha, ji encama şer û pevçûnan di navbera Hêzên HSDê û artêşa Tirkiyê û hin ketîbeyên binavê Artêşa Azad, 2 serbazên Tirkiyê û 48 çekdarên wan ketîbeyan hatine kuştin û 42 şervanên YPG canê xwe ji dest dane.
Riwangehê diyar kir, ku di encama topbaranê de li ser gundên derdora Efrînê 28 welatiyên sivîl şehîd bûne û du welatiyên din yên sivîl li gundewarên Ezazê jî şehîd bûne.